Nur.gen.tr
Bismillah serê her xêrê ye.
Rûpela Nivîsan | Ey Gelî Kurdan! - 26.1.2011 21:36:49
 
Ey Gelî Kurdan!

Nesayihê Bedîuzzeman Mella Seîd-ê Kurdî

Ey gelî Kurdan!

Îttifaqê de quwet, îttihadê de heyat, di biratiyê de se'adet, hukûmetê de selamet heye. Kapika ittihadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin, da we ji belayê xelas ke. Qenc guhê xwe bidinê, ezê tiştekî ji we ra bibêjim: Hûn bizanin ku sê, sê cewherê me hene, hifza xwe ji me dixwazin. 
Yek Îslamiyet, ku hezar hezar xûna şehîdane bihayê wê dane. 
Ê duduyan însaniyet, ku lazime em xwe nezera xelqê de bi xizmeta 'eqlî, ciwanmêranî û însaniyetiya xwe nişanî dunê bidin. 
Ê sisiyan milliyeta me ye, ku meziyetê da me. Ê berê ku bi qenciya xwe saẍin; em bi karê xwe, bi hifza milliyeta xwe rûhê wan qebra wan de şad bikin.

Piştî wê, sê dujminê me hene, me xerab dikin: 
Yek feqîrtî ye, çil hezar hemmalê Îstenbolê delîlê wê ye. 
Ê duduyan cehalet û bê xwendinî, ku hezar ji me da yek «qazete» nikarin bixûnin delîlê wê ye. 
Ê sisiyan dujminî û îxtilaf e, ku ev 'edawet quweta me wunda dike, me jî musteheqî terbiyeyê dike û hukûmet jî, ji bêînsafiya xwe zulm li me dikir.

Ku we ev seh kir bizanin çara me ev e: ku em sê şûrê elmas bi destê xwe bigrin; ta ku em hersê cewherê xwe ji destê xwe nekin, hersê dujminê xwe ser xwe rakin!. 
Û şûrê ewil me'arif û xwendin e. 
Ê duduyan îttifaq û muhebbeta millî ye. 
Ê sisiyan însanê bi nefsa xwe şuẍla xwe bike û mîna sêfîlan ji qudreta xelqê hêvî neke û pişta xwe nedetê.

Wesiyeta paşî: xwendin, xwendin, xwendin û dest hev girtin, dest hev girtin, dest hev girtin.

Mella Seîd

Nivîsên dawî
 » Ey Gelî Kurdan!
Nivîsên herî zêde xwendî
 » Ey Gelî Kurdan!
 | 
Pharmaceutical Track & Trace System İlaç Takip Sistemi