Nur.gen.tr
Bismillah serê her xêrê ye.
Xeber Destpêk | Mesnewîya Nûriye bi Kurdî hate weşandin - 11.4.2012 17:21:36
 
Mesnewîya Nûriye bi Kurdî hate weşandin
Mesnewîya Nûriye bi Kurdî hate weşandin

Li Türkiye, kitabên bicild ên Risale-i Nûr cara pêşîn bi Kurdî hatine weşandin.

Mesnewîya Nûriye ku kitaba pêşîn ya bicild ku bi Kurdî hatiye wergerrandin, ji alê Weşanên Zehra bi cildê post, kaxızê zerê şamua û bi reng hate çap kirin.
Li Türkiye, cara pêşîn di sala 1992'an da ji alê weşanên Nûbihar pênc heb risaleyên cêbê wergerrandibûne Kurdî. Vê xebatê Kurdîya Peyvên Piçûk ya şagirdê Bedîuzzeman kekê Abdulqadir Badilli ku ji weşanên Envar derket, teqîb kir.
Piştî ku weşanên Zehra di sala 2008'an da wergerra Kurdî ya deh heb risaleyên cêbê weşand, lezeke nû hate qezenc kirin. Xebata wergerra Kurdî ya "Peyvên Piçûk, Peyva Bîst û sêyemîn, Peyva Bîstemîn" ku Mela Feyzî Güzelsoy mutercimê wê bû, bi hev ra bi awayê kitabekî ji aliyê weşanên RNK derket, ev şopand.
Weşanên Zehra bi wergerra Mesnewîya Nûriye li Türkiye cara pêşîn wergerra Kurdî ya risaleyeke mezin a bicild weşand û destpêkek îmza kir.
Ev werger, Seyda Mela İbrahîm Xelîl Amedî pêk anîye ku alimek birêz û şagirdekî Nûr e, mezûnê medreseyên Kurd ku ji sala 637'an qebûl kirina İslamiyetê ji alê Kurdan heta niha, çavkanîya perwerdehiya Kurdî ya sewiyeya pêşîn, navîn, lise, zaningehê teşkîl dike.
Destûrmendên weşanên Zehra daxuyanî kirin ku, piştî vê xebata grîng û dîrokî, boyê weşandina kitabên bicild ên Risale-i Nûr ên din xebat didomin.

Zanyariya bihûrgili: Weşanên Zehra
Tel: (0212) 5496570 - Fax: (0212) 531 70 05
Xeberên herî dawî
 » Mesnewîya Nûriye bi Kurdî hate weşandin
 » Risaleya Munacatê li ser malpera me!
 » Rîsaleyên Îxlasê bi Kurdî li ser siteya
Xeberên ku herî zêde hatine xwendin
 » Mesnewîya Nûriye bi Kurdî hate weşandin
 » Risaleya Munacatê li ser malpera me!
 » Rîsaleyên Îxlasê bi Kurdî li ser siteya
 | 
Pharmaceutical Track & Trace System İlaç Takip Sistemi