Bernameya Xetma Qur'anê ji 30 cuz'an û di her cuz'î da 4 hizban pêk tê. Ku di sîstemê da xetmeke vekirî hebe, xetmên ku hûn bikaribin hildin dê li ekranê bên xuyanê. Ji boyê hildana xetmê, divê hûn bitikînin bûtona tûtik ku li ser navê hizbê û "hilbigre" dinivîse. Ji boyê nîşandana xetma ku we xwendiye jî, divê hûn bitikînin bûtona kesk ku li ser "min xwend" nivîsiye. Zanyarîyên bi rengê gewr hizbên ku kesên din hildane yan jî xwendine îfade dikin.
Ji boyê cîhê destpêkirin û xilaskirina her hizbê hîn bin, hûn dikarin li ser işareta lampeyê dawiya rêza hizbê bisekinin yan jî bitikînin. Piştî ku herkesî hizba ku hildaye temam kir, dê zanyariya xetma temambûyî bigihîje adresa e-mail a we:
Cuz'î yan jî hizbên di xetma Qur'anê da ku nehatine hildan yan jî hatine hildan lê di weqtê da nehatine xwendin, dê derbasbin nav sernavê Qur'ana Pîroz (Hewz).
|